Ciwanekî Kurd li Ezazê hate revandin

Ji dema ku dewleta Tirk Efrîn dagir kiriye sûc û hovîtî lê dewam dike.
Du welatiyên din ji aliyê çeteyan ve hatin revandin.

Li gorî nûçeya ku Efrîn NEWS 24 ragihand çeteyên dewleta Tirk ên ku navê Polîsên Leşkerî li xwe dikin li Ezazê ciwanê Kurd Beşar Şêx Muslim revandin.

Beşar Şêx Muslim 25 salî ye, ji gundê Sêmalka yê navçeya Racoyê ye.

Hat diyar kirin dema ku Şêx Muslim dixwest vegere warê xwe Efrînê hat revandin û ew birin girtîgeha Ezazê.

Hat ragihandin çeteyan li hember berdana Şêx Muslim 3 milyon L.S fidye ji malbata wî xwestine.

Çeteyên dewleta Tirk Hesen Xidir li Efrînê revandin

Li gorî malpera Efrîn POST jî çeteyan bi behaneya ku welatiyê bi navê Hesen Xidir berê bi Rêveberiya Xweser re kar dikir li Efrînê hat revandin.

Hat ragihandin beriya du mehan jî çeteyan ew revandin û 2000 dolar jê stendin.

Çeteyan 3 welatiyên din li Efrînê revandin

Back to top button