Maik Pence: me li gel Tirkiyê ji bo rawestandina şer li hev kir

Piştî civîna şandeya Emerîka û Tirkiyê li Enqere Cîgirê Serokê Emerîkayê Mike Pence derket pêşberî çapemeniyê û naveroka hevdîtinê bi raya giştî re parve kir.
Pence got, dewleta Tirk li ser rawestandina êrîşên xwe yên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûrî erê kiriye.

Mike Pence da xuyakirin ku rawestandina şer dê heta 120 saetan bimîne heta ku bendên lihevkirina Tikriye-Emerîkayê pêk werin.

Bendên ku Pence behsa wan dike jî ev in:

Dewleta Tirk derbasî bajarê Kobanê nabe.

Êrîşên dewleta Tirk bitemamî tên rawestandin.

QSD 32 KM ji sînor wê paşde vekişin.

Ti hebûna hêzên Emerîkî li ser erdê wê tune be.

MAIK PENCE: TÊKOŞÎNA LI DIJÎ DAIŞ’Ê DÊ BERDEWAM BIKE

Parastina girtîgehên çeteyên DAIŞ’ê.

Têkoşîna li dijî çeteyên DAIŞ’ê dê dewam be.

Di heman kongreya çapemeniyê de wezîrê derve yê Emerîkayê Maik Pompo jî ev gav bi ”gaveke parastina bi milyonan kes” bi nav kir.

Ji aliyê xwe ve serokê Emerîkayê Donald Trump jî piştî lihevkirina li gel dewleta Tirk diyar kir ku têkoşîna li dijî çeteyên DAIŞ’ê dê dewam bike.

Ji bo bendên li hevkirinê em bi QSD’ê re jî di nava têkliyan de ne.

ÇAVUŞOGLU: NE AGIRBEST LÊ TENÊ NAVBERE

Li aliyekî din Wezîrê Hindirîn ê Tirkiyê Mevlut Çavuşoglu li Enqerê daxuyaniyeke çapemeniyê da.

Çavuşoglu got:

Me agirbest ranegihandiye, ev tenê navbereke.

Ev herêm wê di kontrola Tirkiyê de be.

Piştî rawestandina êrîşê Emerîka wê cezayên li ser tirkiye bên rakirin.

Piştî van daxuyaniyan tê payîn ku Hêzên Sûriya Demokratîk QSD’ê daxuyaniyekê bide.

Leave a Reply

Back to top button