Têkildarî lihevkirina nû ya Emerîka û dewleta Tirk, Fermandariya Giştî ya QSD’ê jî daxuyaniyek da.
Fermandariyê raghand ku agirbest ji bo rawestandina êrişên li dijî herêma di navbera Serêkaniyê û Girê Spî de ye û ew ê li gorî biryarê tevbigerin.
Piştî hevdîtina rayedarên Emerîka û Tirk, hat îdîakirina ku wê ji bo 5 rojan êrişên dewleta Tirk a li dijî Bakurê Sûrî were rawestandin.
Derbarê mijarê de Fermandariya Giştî ya QSD’ê daxuyaniyek da û wiha got:
Li ser daxwaz û banga me û her wiha bi navbênkariya Emerîkayê îro ji bo ragihandina agirbestê lihevkirinek pêk hat.
Ev agirbesta mijara gotinê, tenê ji bo herêma şer ya di navbera Serêkaniyê û Girê Spî de ye.
Em weke Hêzên Sûriya Demokratîk radighînin ku wê şervanên me li gorî biryarê tevbigerin.