ÎIham Ehmed: dewleta Tirk êrîşî herêmên herî aram kiriye.. em ti carî nebûne gef

Hevseroka Meclisa Sûriyeya Demokratîk (MSD) Îlham Ehmed bang li NY û civaka navdewletî dike ku ji bo rawestandina dagirkeriya dewleta Tirk bikevin nava liv û tevgerê.

Hevseroka Meclisa Sûriyeya Demokratîk (MSD) Îlham Ehmed ku 2 roj in li Swêdê danûstandinên diplomatîk dike, li paytext Swêd Stockholmê civîneke çapemeniyê li dar xist.

Îlham anî ziman ku Tirkiyê êrîşî herêmên herî aram û aştiyane yên Sûriyê kiriye û ragihand ku ti carî ew nebûne gef ji ti welatî re û ji bo xwe ji êrîşên Tirkiyê biparêzin wan çekên xwe yên giran vekişandine.

Îlham diyar kir ku wan hêvî dikir Emerîka êrîşên Tirkiyê rawestîne û got:

Lê mixabin hêzên Emerîkî xwe vekişandin û Tirkiyê êrîş kir.

Ji ber wê jî QSD û hêzên Kurdî ji bo parastina gel û sînorê xwe, neçar man bi Rûsya û rejîmê re rûnên.

Heveseroka MSD’ê got:

ÎLHAM EHMED:ÇEKÊN KÎMAWÎ LI SERÊ KANIYÊ HATIYE BIKARANÎN, DIVÊ “NY” LÊKOLÎNÊ BIKE

Dewleta Tirk êrîşî binesaziya av û kehrebeyê dike, karwanên sivîlan dike armanc, ji lew re gelek sivîlan jiyana xwe ji dest da.

Li gorî hin nîşaneyan jî, dewleta Tirk çekên kîmyewî bi kar aniye.

Em bang li NY û saziyên navdewletî dikin ku li herêmê lêkolînê bikin.

ÎLHAM EHMED:DIVÊ “NY” BILEZ DAWIYÊ LI DAGIRKERIYÊ BÎNE.. EV BERPIRSYARTIYA WÊ YE

Jiyana bi hezaran sivîl di rewşeke metirsîdar de ye û divê korîdoreke mirovî li Serê Kaniyê were vekirin.

Ev yek berpirsyariya NY ye û divê bilez bikeve nava tevgerê da dawiyê li dagirkeriyê werîne.

Leave a Reply

Back to top button