Di çarçoveya qonaxa 2. a berxwedana Serdemê de şervanên YPG’ê li Efrînê çalakiyek pêk anîn.
Di çalakiyê de 2 leşkerên artêşa Tirk a dagirker hatin kuştin.
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya YPG`ê têkildarî çalakiya li Efrînê daxuyaniyeke nivîskî weşand.
Di daxuyaniya navendê de ev agahî hatin dayîn;
Di çarçoveya qonaxa 2. a Berxwedana Serdemê li Efrînê de, şervanên YPG’ê çalakiyên xwe yên bi bandor li dijî artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê didomînin.
27’ê Cotmehê li navçeya Raco yê Efrînê, şervanan li dijî bargeheke leşkerî ya artêşa Tirk a dagirker çalakiyek li darxistin.
Di encama şerê demekê yê dewam kir 2 leşker hatin kuştin.