Kerwanên sivîlan: aramanca me rizgarkirina birîndaran e

Bi aramanca rizgarkirina birîndaran, kerwanên mirovî ku ji şêniyan û tîmên tendrustiyê pêk tê, çûn Serê Kaniyê.
Dîsan kerwanên sivîlan bû hedefa artêşa tirk û çeteyên wê.

Karwanê sivîlan ê herêma Cizîrê ji bo alîkariya sivîlan bikin û birîndaran derman bikin, ber bi bajarê Serêkaniyê ve çûn.

Kerwanê piştgiriyê gihişt gundê Mişrafayê û dest bi lêgerîna li cenazeyan kir.

Kerwanê sivîlan li gund Mişrafa yê serê Kaniyê, cenazeyê 16 şehîdên sivîl ji bin kavilan derxistin.

Kerwanên Sivîlan ku li herêmeke 2 KM dûrî bajrê Serê kaniyê kom bûn û daxuyaniyek dan.

Şêniyan di daxuyaniya xwe de diyar kir ku armanca wan vekirina rêyeke mirovî ye da birîndaran ji nexweşxaneya Serê kaniyê derxin.

Şêniyan destnîşan kir ku ji ber ku Artêşa Tirk û çetên wê nehiştina tîmên tenduristiyê birîndaran bighînin nexweşxaneya Serêkaniyê, 2 kesên birîndarên şehîd bûne.

Hîna jiyana gelek birîndaran jî di metirsiyê de ye.

Îro jî artêşa Tirk a dagirker û çeteyan wê moşek avêtin karwanê sivîlan da ku nehêlin derbasî bajêr bibin.

2 rojnemevanên biyanî yên ku di nava kerwanê sivîlan de bûn piştrast kir ku artêşa Tirk nahêle ew derbasî bajar bibin.

Leave a Reply

Back to top button