YPG şehadeta şoreşgerê 35 salan Aslan Qamişlo ragihand

Dewleta Tirk a dagirker ji bo aramiya heremê têk bibe û li heremê tevîheviyan derxîne rojane êrişê heremê dike.
Dagirkeriya Tirk di êrîşên li ser hermê de pêşengên gel, şêniyên sivîl, şervan û fermandarên hêzên parastinê dike armanc.
Yek ji êrîşên dewleta Tirk a dagirker di 17’ê Îlonê de pêk hat.
YPG’ê ragihand ku di encama êrîşa bi balafira keşfê de yek ji fermandarê YPG’ê Aslan Qamişlo şehîd bû.

Di 17’ê Îlonê de dewleta Tirk li ser rêya navbera bajarên Qamişlo û Amûdê erebeyek kir armanc.

Di encamê de yek ji Fermandarên YPG’ê Aslan Qamişlo şehîd bû.

Yekîneyên Parastina Gel YPG’ê bi daxuyaniyekî şehadeta fermandar Aslan Qamişlo ragihand.

YPG’ê li ser têkoşîn û şoreşgeriya fermandar Aslan Qamişlo got:

Şehîd Asaln bi salane li qadên cuda yên Kurdistanê têkoşîn meşand.

Di sala 2013’an de piştî êrîşên çeteyan ên li ser şoreşa Rojava zêde bûn, hat qada Rojava.

“Hevrê Aslan Qamişlo hem di parastin hem jî di pêşxistina şoreşê de roleke aktîf lîst.

Bi tecrûbeya xwe ya şoreşgerî û şervantiyê pêşengiya şoreşa Rojava kir. ”

YPG’ê da zanîn ku hevrê Aslan li dijî êrîşên çeteyên DAIŞ û dewleta Tirk berxwedanek bêhempa da meşandin û wiha domand:

Heverê Asaln di berxwedanên ku di dîroka mirovahiyê de weke destanekê hatine nivîsandin, cih girt.

Di her kêliya têkoşîna xwe ya şoreşgerî ya nêzî 35 salan de bê nefes û bi cesaret û fedekariyeke mezin beşdarî her kêliya şer bû.”

YPG’ê diyar kir ku fermandar Aslan weke fermandar, şervan û pêşengê gelê xwe her cihê ku lê bû li ser civakê bandoreke mezin hişt û got:

“Di her qadê de beşdarî perwerdekirina bi hezaran şervan û mirovan bû.

Ew karî bibe yek ji hevalên ku di pêşxistina şoreşa me de kedeke mezin daye.

Di demên herî dijwar de jî kêliyekê ranewestiya û bi heyecana xwe berdewam kir, meşa xwe ya şoreşgerî domand.”

YPG’ê di dawiya daxuyaniya xwe de sersaxî ji malbata şehîd Aslan Qamişlo, hemû gelê welatparêz xwest, soza parastina mîrateya şehîdan û tolhildanê da.

Li gorî daxuyaniyê nasnameyê şehîd wiha ye:

Nasnav: Aslan Qamişlo
Nav Paşnav: Mûzellîf Taşkin
Navê Dayik: Hîzîm
Navê Bav: Îsmaîl
Cihê Şehadet: Qamişlo
Dîroka Şehadet: 2023-09-17

Back to top button