HÊZÊN RÊJÎMÊ GUNDEWARÊN HEMA Û IDLIBÊ TOPBARAN DIKE

by maher enez
93 views

Çavdêriya Mafê Mirovan a Sûrî ragihand ku hêzên rêjîmê herêma ku ‘bêçek’ tê binavkirin û derdora wê topbaran kir.

Topbaran li herêmên bajaroka Litamine, Morik û gundê Mi’erkebê yê gundewarê bakurê Hemayê û herêmên gundewarê rojhilatê Laziqiyê pêk hat.

Topbarana komên çete yên li ser taxên Helebê jî dewam e.

Li aliyekî din jî çavkaniyên herêmî ragihandin ku karwaneke leşkerî ya artêşa Tirk a dagirker gihane nuqteya Morik a li bakurê Hemayê..

Ev yek di wextekê de tê ku duh li Stenbolê navbera Serok-dewletê Rûsya Vladimir Putîn, Serokkomarê Fransayê Emaneul Macron, Şêwirmenda Almanî Angele Merkel û serokkomarê Tirk Erdogan de civîna çar alî ya li ser Sûrî pêk dihat.