Aldar Xelîl: em ê bend û şaxên lihevkirinê di rojên pêş de bi Emerîkayê re nîqaş bikin

Endamê Desteya Rêveber a TEV-DEM’ê Aldar Xelîl îşaret pê kir ku ew li gorî agirbestê tev digerin lê dewleta Tirk li gorî wê tev nagere, ev jî nîşan dide ku ye ku aştiyê naxwaze dewleta Tirk e.
Aldar Xelîl, bal kişand ser xetereyên êrîşên dagirker ên li dijî herême û got, “Divê berxwedan û têkoşîn bidome.”
Xelîl diyar kir ku peymana agirbestê, li pêş lihevkirina wan bi rejîmê re nabe asteng.

Endamê Desteya Rêveber a TEV-DEM’ê Aldar Xelîl der barê biryara agirbestê ya rayedarên Emerîkî û Tirkiyê wergirtibûn ji Ajansa Nûçeyan a Hawarê-ANHA’yê re axivî.

Aldar Xelîl diyar kir ku ragihandina agirbestê di encama berxwedana şervan û hemû pêkhateyên herêmê pêk hat û ev agirbest serkeftina herî mezin a vê berxwedanê ye.

Aldar Xelîl destnîşan kir ku rayedarên Rêveberiya Xweser û fermandarên QSD’ê der barê naveroka peyman û bingehên wê de hatine agahdarkirin û wiha got:

Me jî ji aliyê xwe ve û ji ber ku aştî çanda me ye, agirbest qebûl kir.

Aldar Xelîl da zanîn ku ji bo şerê li herêma di navbera Serêkaniyê û Girê Spî de ye, lê belê bend û şaxên vê peymanê hene û hin jî wê rêveberiya vê herêmê çawa bê ne zelal e.

Aldar Xelîl got, li vir hin têgîn û nakokî hene ku divê li ser wê lihevkirin pêk were. Lewra wê di rojên pêş de bi Amerîkiyan re hemû mijar bên nîqaşkirin.

ALDAR XELÎL: DEWLETA TIRK AŞTIYÊ NAXWAZE, DIVÊ TÊKOŞÎN BIDOME

Xelîl destnîşankir ku tevî ragihandina agirbestê artêşa Tirk vê biryarê bin pê dike û bal kişand ser êrîşên ku li Serê Kaniyê rû didin.

Aldar Xelîl got, “Bi van êrîşan êşkere dibe ku dewleta Tirk di armanca xwe ya dagirkirinê de bi israr e. QSD yekser bi DYA’yê re peywendîdar e û van binpêkirin û êrîşên bênavber ên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê dikin ji Emerîkayê re tên ragihandin.”

Aldar Xelîl anî ziman ku ne tenê Emerîka, divê erka ku dikeve ser milê tevahî hêzên piştevan, daxwazên aştî û ewlehiyê, helwestên nîşan bidin û aşkere bikin ku yê lihevkirinê binpê dike û aştiyê naxwaze, ne QSD’ê, dewleta Tirk e.

ALDAR XELÎL: PEYMANA AGIRBESTÊ LI PÊŞ LIHEVKIRINA ME YA BI RÊJÎMA RE NABE ASTENG

Endamê Desteya Rêveber a TEV-DEM’ê di dawiya nirxandinên xwe de balkişand ser lihevkirina wan a bi Rêjîma Sûrî re û piştrast kir ku peymana agirbestê, li pêş lihevkirina wan bi rejîmê re nabe asteng.

Lewma divê berxwedan û têkoşîn bidome, ji ber ku hê jî xetere heye.

Leave a Reply

Back to top button