Rêveberiya Xweser. bila gelên me amade bin û piştgiriya QSD’ê bikin

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûrî Teqez kir ku biryara agirbestê ne ji berxwedana dîrokî ya şervanên QSD’ê bûya, nedihate raghandin.

Rêveberiya Xweser der barê lihevkirina agirbestê de ku di navbera DYA û aliyê Tirkiyê de hate kirin, daxuyaniyek da.

Rêveberiya Xweser teqez kir ku ew ê li gorî biryara agirbestê tev begirin û wiha got:

Lê dewleta Tirk li gorî biryara agirbestê tev nagere, heta niha şer li Serê kaniyê heye û di encama wê de şehîd û birîndar hene.

Ev lihevkirin wê ji bo herêma di navbera Girê Spî û Serêkaniyê de derbasdar be.

Li gorî biryarê vegera hemû koçber ên ji hemû pêkhateyên ji bo herêmên xwe dê were mîsogerkirin.

Ev yek wê rê nede rêjîma Tirkiyê ya faşîst ku siyasetên xwe yên qirkirina etnîkî, guhertina demografîk pêk bîne û rê li pêşiya dagirkeriyê bigire.

Lê belê hindek bendên di biryarê de dive bi DYA`yê re werin nîqaşkirin, ji ber ku ew berpirs e.

Bila şênî û gelên me amade bin û piştgiriyê bidin QSD’ê heta ku biryara agirbestê bi temamî were ragihandin.

Rêveberiya xweser di dawiyê de spasiya QSD`ê û hemû dewletê ku bi wan sekinîn kir.

Leave a Reply

Back to top button