
Partiya Çepên Kesk ji bo Kongreyê di nav guhertin û amadekariyan de ye.
Partiya Çepên Kesk di civîna Desteya Rêveberiya Navendî de ji bo ku tecrîda mutleq a li ser Rêber Apo bê rakirin biryara “têkoşîna topyekûn” girt.
Her wiha durişmeya Partiya Çepên Kesk jî weke ”ji bo azadiyê” hat diyar kirin.
Desteya Rêveberiya Navendî (MYK) ya Partiya Çepên Kesk duh kom bû.
Di civînê de dirûşma kongreyê ku wê di 15’ê cotmehê de were lidarxisitn hate eşkerekirin.
Dirûşma kongreyê jî weke “Ji bo Azadiyê” hate diyarkirin.
Ji bo navê nû yê partiyê jî biryar hatin girtin
Her wiha di civînê de ji bo navê nû yê partiyê jî biryar hatin girtin û peşniyar hatin kirin.
Li gorî biryarên hatin girtin;
Partiya Gelan a Demokratîk (DHP) û Partiya Jiyana Azad (Ozgur Partî) navên nû ên partiyê ye.
Ev navên ku li ser biryar hatine girtin wê pêşkeşî Komîsyona Amadekar a Kongreyê bên kirin.
Di salvegera komployê de biryara li dijî tecrîdê têkoşîna topyekûn
Her wiha hate zanî yek ji mijarên girîng yê civînê tecrîda li dijî Rêber Apo bû û wiha hate gotin:
Di salvegera komploya navnetewî de ku bi derxistina Rêber Apo a ji Sûriyê di 9’ê Cotmeha 1999’yan de dest pê kir, li dijî tecrîdê têkoşîna topyekûn bê dayîn.
Hate diyar kirin tecrîd bûye sedem ku neçareserkirina pirsgirêka kurd, konsepta şer û krîzên piralî kûrtir bibin.
Her wiha têkildarî vê rojevê biryar hate girtin ku Hevberdevkên Partiyê Çîgdem Kiliçgun Ûçar û Îbrahîm Akin bi tevlibûna parlamenteran di 1’ê cotmehê ku Meclis vedibe de daxuyaniyekê bidin.
Wê di rojeva kongreya Partiya Çepên Kesk de rakirina tecrîda li ser Rêber Apo di pirsgirêka kurd de çareseriya demokratîk, destûra bingehîn a nû û hilbijartinên herêmî hebin.
Şandeyek wê serdana Başûrê Kurdistanê bike
Li aliyê din hate zanîn ku şandeyeke partiyê dê beriya kongreye serdana Herêma Başûrê Kurdistanê bike
Şande wê di serdanên xwe de partiyên siyasî û saziyên sivîl ên civakî yên herêmê vexwîne kongreye.
Tê payîn ku bi dehhezaran kes tev li kongreyê bibin û amadekariyên kongreyê didomin.