QSD: tevî agirbestê êrîşên dewleta Tirk ranewestiyane

QSD, derbarê biryara agirbestê ya Amerîka-Tirkiyê wergirtibûn daxuyanik da û destnîşan kir ku dewleta Tirk agirbestê bin pê dike.
QSD da zanîn ku piştî biryara agirbestê di êrîşên dewleta Tirk de 13 şervanên QSD’ê û 5 sivîl şehîd bûne.

Daxuyanî li ser navê Berdevkê QSD`ê Kîno Gabriel hate weşandin.

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku hêzên QSD li ser biryara agirbestê, 17`ê Cotmehê piştî saet 22:00`an şûn de li hemû qadên şer derbasî rewşa parastinê bûne.

Berdevkê QSD’ê destnîşan kir ku tevî biryara agirbestê li Serê Kaniyê êrîşên artêşa dagirker a bi top û balafirên bê mirov û êrîşên komên çete tu caran ranewestiyane.

QSD: PIŞTÎ AGIRBESTÊ 13 ŞERVAN Û 5 SIVÎL ŞEHÎD KETIN

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku di van êrîşan de 13 şervanên QSD’ê şehîd bûne û di êrîşên hewayî yên li ser gundewarên Serêkaniyê jî 5 welatiyên sîvîl şehîd bûn.

Berdevkê QSD’ê Gabrîel bang li aliyên alaqedarên agirbestê kir ku li gor çarçoveya agirbestê tevbigerin û got, “QSD”ê li hemberî êrîşan wê mafê parastina rewa bikarbîne û bersîva êrîşan bide.”

Leave a Reply

Back to top button