Pentagon vekişîna hêzên xwe ji bakurê Sûrî berdewam dike û dibêje ew ê beşdarî herêma ewle nebin.
Wezîrê parastinê yê Emerîkî Mark Esper ragihand ku welatê wî hîna hêzên xwe ji bakurê Sûrî vedikişîne û got:
Wê ti leşkerên me di avakirina “herêma ewle ya di navbera Kurd û Tirkan de” beşdar nebin.
Lê li gorî bepirsekî Pentagonê, Emerîka dê tenê çavdêriya asmanî bike da girtîgehên DAIŞê bişopîne.
Wezîrê parastinê yê Emerîkî teqez kir ku ew ê her di nava peywendiyê de bin, hem bi QSD, hem jî bi Tirkiyê re.
Ji bo rewşa giştî ya herêmê jî, tê payîn îro Mark Esper serdana Rojhilata Navîn bike.