JI BO WALÎTIYA KERKÛKÊ NAVBERA PDK’Ê Û YNK’Ê NAKOKÎ DERKETINE

Li Iraq û başûrê kurdistanê hilbijartinên parlementoyê hatin lidarxistin.

Êdî hikumeta Iraqê ya nû jî tê avakirin.

Tevî liv û tevgera Çeteyên DAIŞ’ê li herêmê û dagirkeriya dewleta tirk li başûr kurdistanê jî lê nakokiyên di navbera PDK û YNK’ê de jî kurtir dibin.

Niha dîsa li ser rêvebirina Kerkûkê her du alî hatine pêşberî hev û her yek Kerkûkê mafê xwe dibîne.

Piştî bûyerên 16’ê Cotmeha 2017’an berpirsyarên îdarî û hizbî yên PDK’ê û waliyê Kerkûkê Dr. Necmedîn Kerîm û serokê meclîsa parêzgeha Kerkûkê Rêbwar Telebanî jî Kerkûkê derketibûn.

Beşek ji berpirsên PDK’ê dibêjin, ew tenê ji bo dirêjkirina dema destûra xwe ya (ji bo meaş) vegeriyane Kerkûkê, lê hinek ji wan jî niha li Kerkûkê dest bi kar kirine.

Ya herî balkêş jî ewe ku qeymeqamê Kerkûkê jî bi bahaneya dirêjkirina dema destûra xwe vegeriyaye Kerkûkê.

Qeymeqamê Kerkûkê Kamil Saleyî der barê mijarê de jî axivî û diyar kir ku ew ne ji bo bibe walî vegeriyaye Kerkûkê û got;

Ew tenê ji bo dema destûra xwe dirêj bike vegeriyaye Kerkûkê.

Weke din ez ji bo tiştek nevegeriyame Kerkûk, Kerkûk dibin hikmê leşkerî deye, ji bo vê rewşa Kerkûk ne asayiye.

Her wiha Rêveberên Yekitiya Nîştiman a Kurdistanê (YNK) jî diyar dikin ku mafê walitya Kerkûkê yê wane.

Lê PDK jî li beramberî serokkomariya Iraqê, daxwaza erkê walitiya Kerkûkê dike.

Rêveberê ragihandina malbenda 2 yê YNK’ê ê li Kerkûk, Fexredîn Mihemed jî got:

Ger li gorî hilbijartinê be, erkê walitiya Kerkûkê para YNK’ê ye.

Ji ber ku YNK di hilbijartinên Parlamentoya Iraqê de nîvê kursiyên bajêr bidest xiste.

Lê bi israra daxwaza PDK’ê ya walîtiya bajar û helwesta YNK’ê ya li ser bajar dide xuyakirin ku wê di demên pêş de nakokî kurtir bibe.

Leave a Reply

Back to top button