Cenazeyên çeteyên ku li Serê Kaniyê tên kuştin, dibin Efrînê

Cenazeyê çeteyê bi navê Mistefa Reed ku bi dagirkeriya Tirkiyê re beşdarî êrîşên li ser Serêkaniyê bû, gihaşt gundê Qitmê yê kantona Efrînê ya dagirkirî

Encama berxwedana bêhempa ya şervanên QSD’ê de , bi sedan çeteyên dewleta Tirk hatine kuştin.

Cenazeyên çeteyên ku li Serêkaniyê hatin kuştin, digihîjin Efrînê.

Cenazeyê çeteyê bi navê Mistefa Reed ku ji çeteyên Sultan Mûrad û bi dagirkeriya Tirkiyê re beşdarî êrîşên li ser Serêkaniyê bû, gihaşt gundê Qitmê yê kantona Efrînê ya dagirkirî.

Beriya çend rojan cenazeyên zêdetirî 15 çeteyên El-Hemzat, Sultan Mûrad û artêşa El-Şerqiyê yên girêdayî artêşa Tirk a dagirker ku li Serêkaniyê û Girê Spî hatin kuştin, gihaştibûn Efrînê.

Leave a Reply

Back to top button