Lindsey Graham ji Mazlûm Ebdî re: em ê Kurdan biparêzin.. kongress ji bo dixebite

Senatorê Emerîkî Lindsey Graham ji Fermandarê Giştî yê QSD’ê Mazlûm Ebdî re teqez kir ku ew ê her li pişta Kurdan bin.

Graham li ser hesaba xwe ya Twîtterê belav kir ku wî telefonî Fermandar Mazlûm Ebdî kiriye û got:

General Mazlûm der barê bipêkirina agirbestê bifikar e û dibêje, ew ê ti carî daxwaza Tirkiyê ku dixwaze Kurdan qir bike, qebûl neke.

Lindsey Graham di dewama tiwîtta xwe de jî wiha dibêje:

Herêma ewle ji aliyê Kurdan ve hatiye qebûlkirin, lê belê dagirkeriya leşkerî ya dibe sedema koçkirina bi sedan hezaran xelkê sivîl, ne herêmeke ewle ye..

Ew qirkirineke nijadî ye.

Senatorê Komarî Graham anî ziman ku ew jî mîna Ebdî bifikar e û teqez kir ku Kongress dê çareyekê ji Kurdan re bibîne.

Leave a Reply

Back to top button