Fermandariya Giştî ya QSD`ê ji Emerîkayê xwest ku li gorî biryara agirbestê tev bigere û zextê li Tirkiyê bike da ku korîdora mirovî vebe û birîndar werin derxistin.
Fermandariya Giştî ya QSD`ê têkildarî agirbestê û binpêkirina wê ji aliyê artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê ve, daxuyaniyeke nivîskî weşand.
Fermandariyê diyar kir ku ji dema ragihandina agirbestê hêzên wan li gorî pîvanan tev geriyaye lê dewleta tirk û çeteyên wê di her fersendê de ev yek binpê kirine.
QSD’ê dazanîn ku heta niha jî dewleta tirk û çeteyên wê nahêle korîdoreke mirovî bê vekirin da ku birîndarên sivîl û sivîlên di bajarê Serê Kaniyê de hatine dorpêçkirin, bên derxistin.
Tevî ku 30 saet di ser agirbestê re derbas bûne.
QSD’ê ev bang li Cîgirê serokê Amerîka Mike Pence û Wezîrê Karên Derve Mike Pompeo yên ku bi Tirkiyê re li hev kiriye kir:
Li hember pêkanîna Tirkiyê ya agirbestê û vekirina korîdora mirovî da ku birîndar û sivîlên di bajêr de dorpêçkirî rizgar bikin, berpirsyar in.
Tevî têkiliya bênavber bi aliyê Amerîkayê re û sozên ku dane da vê pirsgirêkê çareser bikin, lê heta vê saet û kêliyê tu pêşketinên cidî tune ne.
Me soza pêkanîna agirbestê da û hê jî li gor wê ne.
Fermandariya Giştî ya QSD`ê ji Amerîkayê daxwaz kir, li gorî peymanê tev bigerin û fişarê li Tirkiyê bikin da korîdoreke mirovî vekin ku birîndar û sivîlan ji Serê Kaniyê ya dorpêçkirî rizgar bikin.