Gerîlayên HPG’ê li Colemêrg, Şirnex û Amedê li dijî leşkerên artêşa Tirk a dagirker rêze çalakî pêk anîn.
Di encamê de herî kêm 2 leşker hatine kuştin, 3 jî birîndarbûne.
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê têkildarî çalakiyan bi daxuyaniyekê ev agahî weşand:
17’ê Cotmehê gerîlayan, leşkerên ku ewlekariya Bendava Farqîn a navçeya Farqîn a Amedê dikirin kirin hedef.
Di çalakiyê de çeperek a leşkeran hate rûxandin.
Lê têkildarî hêjmara kuştî û birîndaran ti agahiyên zelal ne hatin bi destxistin.
Heman rojê gerîlayan li devera gundê Îkîzce yê Şirnexê li dijî leşkerên dewleta tirk a dagirker çalakî pêk anî.
Di vî şerê de ku bi xurtî li dijmin hate xistin, herî kêm 2 leşker hatin kuştin, 3 jî birîndar bûn.
18’ê Cotmehê gerîla li dijî Qereqola Berik a navçeya Pîran a Amedê û Girê Koordîne ya girêdayî nevçeya Çelê ya Colemêrgê çalakî pêk anîn.
Di vê çalakiyê de kozik û çeperên artêşa tirk a dagirker hate ruxandin û hijmara kuştî û birîndarên wan nehat zelalkirin.