ŞAREDARIYÊ DEST BI SERERASTKIRINA RÊYÊN BAJAROK KIR

Şaredariya bajarokê Mebrûka ya Serêkaniyê ji ber kêm derfetan rêyên gundan bi axa spî sererast dike.

Rêyên gundên Om Elcereb, Sarlî, Zinket û Til Telec yên Mebrûka gelek xirabûyî ne.

Şêniyên van gundan dazwaza sererastkirina rêyan, berî zivistanê ji şaredariyê kirin.

Şaredariyê ji aliyê xwe ve çêkirina rê da Desteya Şaredariyan a kantonê.

Lê ji ber rewşa giştî û nebûna derfetan desteyê diyar kir ku ew îsal nikarin alîkariyê bidin şaredariyê.

Şaredariya Mebrûkayê vê carê projeya ku rêyên pir xirab bi axa spî çêkin, da desteyê.

Niha şaredarî bi derfetên xwe ji erdê Mebrûka axa spî bi dozer û trêksan derdixe û pê rêyan çêdike.

Hevserokê Şaredariya Mebrûka Seddam Ebdullah da zanîn ku ew ê di 60 rojan de karê çêkirina rêyan bi dawî bikin.

Leave a Reply

Back to top button