Heyva Sor: divê korîdorek mirovî bê vekirin

Rêvbera Heyva Sor a Kurd ya Bakur û Rojhilatê SûrÎ Cemîla Hemê diyar kir ku artêşa Tirk û çeteyên wê rê nadin ku Heyva Sor xwe bigihînin birîndaran û teqez kir ku divê korîdoreke mirovî were vekirin.

Tevî agirbesta ku hatiye ragihandin, lê hîn dewleta tirk rê na de ku Heyva Sor derbasî Serê Kaniyê bibe da ku birîndaran xelas bike.

Rêvebera Heyva Sor a Kurd Cemîla Hemê diyar kir ku dewleta tirk agirbestê binpê dike û rêya xwe gihandina birîndaran asteng dike.

Cemîla Hemê got:

Sivîl ji aliyê artêşa Tirk û çeteyên wê ve tên kuştin û rastî komkujiyan tên.

Ji ber astengkirina çeteyên dewleta tirk em doh carek din neçar man vegerin Til Temir.

Rêvebera Heyva Sor a Kurd Cemîla Hemê işaret bi metirsiya rewşa sivîlan kir û ev bang kir.

Ji ber rewşa birîndaran girane, divê bi lezgînî korîdorek were vekirin.

Ev jî erka me û hemû welatên navdewletî ye.

Leave a Reply

Back to top button