Jinên DAIŞ’î yên di kampa Holê de hewldan birevin

Hêzên Ewlekariya Hundirîn ên kampa Holê hewldana reva jinên çeteyên DAIŞ`î asteng kir û 14 jin ku 21 zarokên ji nasnameyên cuda bi wan re bûn, girtin.

Di demekê de ku artêşa Tirk a dagirker êrîşên xwe li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê pêk tîne, tevgera çeteyên DAIŞ`ê li herêmê zêde bûye.

Duh şev 14 jinên DAIŞ’î û 21 zarokên bi wan re di milê gundewarên Deşîşê re hewildan li kampa holê birevin.

Lê hewldana wan vala derket ku Hêzên Ewlekariya Hundirîn ên girêdayî kampê ew girtin.

Kampa Holê 45 km rojhilatê bajarê Hesekê ye û yek ji mezintirîn kampên girêdayî Rêveberiya Xweser e.

Zêdetirî 71 hezar kes ji koçber û penaber û malbatên çeteyên DAIŞ`ê ji jin û zarokan lê dimînin, her wiha yek ji cihên herî xeternak e ku zêdetirî 40 hezar ji jin û zarokên çeteyên DAIŞ`ê lê dimînin.

Hêjayî bibîrxistinê ye ku çeteyên dewleta Tirk êrîşî kampa Eyn Îsa kir ku malbatên DAIŞ`ê lê dimînin û bû alîkar ku malbatên çeteyan birevin.

Li gorî agahiyên jhatine girtin, zêdetirî 850 kes ji malbatên çeteyên DAIŞ`ê ji kampê reviyan.

Leave a Reply

Back to top button