Partiya Hembestgî ya Afganî: Divê Cîhan tevde Rojava biparêze

Li Fransa û Afganîstanê parlamenter û partiyên siyasî li dijî êrîşan nerazîbûn nîşan dan û xwestin Tirkiye ji NATO’yê were derxistin.

Partiya Hembestgî ya Afganistanê jî êrîşên dewleta Tirk şermezar kir û got:

Dewleta Tirk sûcên şer dike û li gel van hemû sûcan, NATO jî di nav de, piştevaniya wan dikin û gelek alî bêdeng in.

Partiyê bal kişand ser şehîdxistina Hevrîn Xelef jî û got:

“Ev êrîş dilê hemû kesî êşandiye.

Gelê Afganistanê ji şervanên Kurd dersên berxwedanê digirin.

Divê em jî weke wan şiyar bibin û zincîrên xwe biqetînin.”

Partiya Hembestgî ya Afganistanê bang li cîhanê tevî kir ku Rojava biparêzin.

Leave a Reply

Back to top button