HRE: Li Şera û Şêrewa 10 leşker û çeteyên Tirkiyê hatin kuştin

Hêzên Rizgariya Efrîn diyar kir ku di çalakiyên tolhildanê de 10 leşker artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê li navçeyên Şera û Şêrewa yên Efrînê hatin kuştin.

Hêzên Rizgariya Efrînê bi daxuyaniyekê ragihand ku 18 Cotmehê di çarçoveya tolhildanê de hêzên wan çalakî pêk anîn.

Çalakiya yekê li gundên Meryemîn, Enabkê û Malikiyê yên navçeya Şera li dijî du baregehên artêşa Tirk a dagirker pêk hat.

Di çalakiya sabotajê de leşkerek hat kuştin, 3 birîndar bûn û 2 erebeyên leşkerî jî derb xwarin.

Heman rojê li gundê Basûtê û Cebel Ehlam yên navçeya Şêrawa ji du baskan ve li 2 bendên kontrolê yên çeteyên dewleta Tirkiyê hat xistin.

Li vir jî 9 çeteyên hatin kuştin, hejmarek birîndar bûn û 2 erebeyên leşkerî hatin teqandin.

13’ê Cotmehê li derdora gundê Kil Cibrîn û Kefer Xaşir jî hêzên rizgariyê ji 2 baskan ve çalakiyekî bi şêwazê serdagirtinê li dijî çeper û stargehên dagirkeriya Tirkiyê û çeteyên wê pêk anîn.

Di şer de çeteyên Tirkiyê ji cihê xwe reviyan.

Têkildarî kuştî û birîndarên çeteyan jî agahiyên zelal ne hatin zanîn.

Her weha termalek ket destê hêzên rizgariyê.

Hêzên Rizgariya Efrînê dimenê çalakiya 14’ê Cothemê ku li Mare pêk anî jî weşand.

Hêzên rizgariyê dabû zanîn ku di çalakiyê de çeteyek hatibû kuştin û çekên wan jî ketibû destê hêzên rizgariyê.

Leave a Reply

Back to top button