Li başûrê kurdistanê qirîza aborî roj bi roj kûr dibe
Hikûmeta Başur ev salekek nikare mûcê mamostên xwe bide
Ji ber wê jî mamoste naçin dibistanan û çalakiya boykotikirina dibistana dane destpêkirin.
Momoste dibêjin, heta mûçû me neyê dayîn em dev ji çalakiya xwe bernadin.
Ji ber nedayîna mûçeyên karmend, mamoste, gelek nexweşxane û dadgeh li dijî nedayîna mûçe di boykotê de ne.
Nûnerê Mamostayên bi peyman Awat Mihemed derbarê mijarê de wiha got:
“Em daxwaza tayînkirinê dikin, lê nayê pêkanîn.
Her tim hinceta qeyrana darayî tê gotin.”
Mamoste ji ber mûçeyên xwe nagrin çalakiya Boykotê didomînin
Mamostayên bi peyman diyar kirin ku pêwîstî bi rêvebirina nifşê nû heye û wiha axivîn:
“Tenê mamosteyên temen mezin li ser kursiyê mamostetiyê ne û derfetê nadin mamosteyên ciwan ku bibin herdemî.
Ji ber wê divê xanenişîn bibin û mamosteyên din li şûna wan werin danîn.
Em bang li hikûmeta Başûrê Kurdistanê dikin ku bersiva daxwazên me bidin û ger nedin boykot wê berdewam be.”



