Şandeyek ji nûnertiya Rêveberiya Xweser ev demeke li Ewropayê hevdîtinan dike.
Şande li Berlînê bi gelek parlamenterên Alman re civiyan û gelek mijarên girêdayî rewşa Sûriyê, Bakur û Rojhilatê Sûriyê nîqaş kirin.
Nûnerê Rêveberiya Xweser li Ewropa Ebdulkerîm Omer û nûnerê Rêveberiya Xweser li Almanyayê Xalid Derwêş li Berlinê bi parlamenterên Partiya Demokrat ya Civakî ya Alman Niels Schmes û David Zavitsky re civiyan.
Destpêkê Ebdulkerîm Omer behsa pêşdeçûnên li Sûriyê, taybetî herêmên Rêveberiya Xweser kir, bal kişand ser binketina hewldanên çareseriya siyasî ya li welat û got:
Hemû hewldanên çareserkirina siyasî bi bin dikevin.
“Ji krîza Sûriyê re, Rêveberiya Xweser projeya yekîtiyê pêşkêş dike”
Sedem jî xwestekeke rasteqîn û durist ji aliyê hikumeta Şamê ve tune ye, opozîsyona Sûriyê bi derve ve girêdayî ye.
Li kêleka wê jî civata navneteweyî bi erkên xwe ranabe û tu nêrîneke zelal ji çareseriyê re nîne.
Omer destnîşan kir ku li hember wê yekê projeyeke giştî ji bo çareseriya siyasî li Sûriyê pêşkêş kirin ku aştî û yekitiya xaka Sûriyê were parastin û hêviyên tevahî pêkhateyên Sûriyê pêk werin.
Omer: Divê hikumeta Almaniya bi rola xwe ya çalak rabe
Omer anî ziman ji ber Almanya endamekî Koalîsyona Navneteweyî ya Têkoşîna li dij DAIŞ’ê ye, xwest ku rola xwe ya aktîf di çareserkirina krîza Sûriyê, mijarên weke têkoşîna li dijî çeteyên DAIŞ û doza penaberên Sûriyî de bilîze.
Her du palamenteran Niels Schmes û David Zavitsky jî diyar kirin ku hikumeta Almanyayê wê piştgiriya sûriyan bidomîne û birêveçûna Cinêvê ya çareserkirina krîza sûriyê li gorî biryara 2254’an ve girêdayî ye.
Parlamenterên Alman: Ji bo pêkanîna edaletê divê DAIŞ’î bên darizandin
Derbarê biryara Rêveberiya Xweser a darizandina çeteyên DAIŞ’ê, parlamanteran gotin:
Pêdivî bi pêkanîna van darizandinan heye, ew yek ji bo pêkanîna adaletê pêwîst e û ji wê zêdetir jî gaveke girînge ji bo geşkirina hewldanên li dijî DAIŞ’ê.
Parlamanteran diyar kir ku ew piştgirî didin projeya Rêveberiya Xweser ya pêşwazkirina penaberên Sûrî.
Ebdulkerîm Omer: Aloziya Sûrî kûrtir buye û sedema vê jî serhişkiya rêjimê ye



