Cemîla Hemê: hejmareke mezin ji birîndar û sivîlan hîna li Serê Kaniyê asê maye

Hevseroka Heyva Sor a Kurd Cemîla Hemê diyar kir ku hîna hejmareke mezin a birîndar û şehîdan li bajarê Serêkaniyê asê mane. Divê rêxistinên cîhanî û mafê mirovî zextê dewleta Tirk bikin da ku korîdorek mirovî ji bo derxistina birîndar û şehîdan were vekirin.

Gelên Herêma Cizîrê, Heyva Sor a Kurd û Xaça Sor a Navdewletî , tevê hemû êriş û bombardumanên dewleta Tirk, îro gihiştîn nexweşxaneya Serêkaniyê û 30 birîndar û 4 şehîd ji nexweşxaneya Serêkaniyê derxistin.

Hevseroka Heyva Sor a Kurd Cemîla Hemê diyar kir ku hîna hejmarek mezin a birîndaran û hin şehîd di nexweşxaneyê û malên sivîlan de asê mane.

Cemîla Hesen da xuya kirin ku cenazeyê 10 şehîdan hîna li derdora nexweşxaneyê hebûn û nekarîn derxin.

Hevseroka Heyva Sor a Kurd bang li rêxistinên cîhanî yên têkildarî mafên mirovan kir ku zextê li Tirkiyê bike da ku korîdorekî mirov ji bo derxistina birîndar û şehîdan were vekirin.

Hevseroka Heyva Sor a Kurd Cemîla Hemê diyar kir ku Tirkiyê sûcên mezin der heqê sivîlên Bakur û Rojhilatê Sûriyê pêk anîne û got, di rojekê de 17 sivîl şehîd bûn û zêdeyî 75 jî birîndar bûn.

Leave a Reply

Back to top button