Ji bîranînên Merkel bo Erdogan: Ez serokwezîra wan im

Almanya ji polîtîkayên rejîma Serokomarê Tirkiye Erdogan ya derbarê welatiyê Tirk yê li Almanyayê de nerazî ye.
Derket holê ku ev nîqaş gelek caran di navbera Serokwezîra Alman ya berê Angela Merkel û Erdogan de çêbûye.
Merkel anî ziman ku wî ji erdogan re gotiye, Ez serokwezîra wan im.

Serokwezîra berê ya Almanyayê Angela Merkel jî ji ber salvegera yekbûna Almanyayê di hevpeyvîneke ligel kanala giştî ya ZDFê de îşaret bi hevdîtinên navbera xwe û Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan de kir.

Angela Merkel bal kişand ser wê yekê ku wê gotiye, ew serokwezîrê her kesê ku di dema wezîfeya xwe de bi awayekî daîmî li Almanyayê jiyaye û wiha got,

“Min gelek caran bi Serokomarê Tirkiyê Erdogan re jî li ser vê mijarê axivî.”

Merkelê diyar kir ku di hevdîtinan de mijara ku berpirsiyarê nifşa duyemîn û sêyemîn a eslê xwe Tirk ên li Almanyayê dijîn, ketiye rojevê û ev tişt anî ziman:

“Min her tim ev yek ji Erdogan re gotiye.

Hişyar be, ez serokwezîra wan im.”

Serokwezîra berê ya Alman daxuyakirin ku Tirkên li Almanyayê dijîn perçeyeke welêt in û destnîşan kir ku di van salên dawîn da hejmara kesên ku bi awayekî daîmî li Almanyayê bi cih bûne zêde bûye.

Wê anî ziman ku peywira entegrekirina van kesan bi civakê re dewam dike.

“Ez kesên ku dengê xwe didin AfDyê fam nakim”

Angela Merkel her wiha bal kişand ser mezinbûna partiya rastgir a tundrew a Alternatîf ji bo Almanyayê (AfD) ku gav bi gav bandora xwe li welat zêde dike.

Merkel dazanîn ku li gorî anketên dawî AfD bûye duyemîn hêza siyasî ya welêt û got:

“Li ser pişta kesên din, xwe cuda nîşan dayîn û hewildana bi vê rêyê puan qezenc kirin, ne nêzîkatiyek wisaye ku ez bikarim bipejirînim.”

Serokwezîra berê ya Almanya Angela Merkel diyar kir ku ew fêm dikin ku di nav civakê de li ser hin mijaran hêrs heye û wiha bi dawî kir:

“Ez nikarim piştgirîya fikr û perspektîfên ku tu eleqeya wan bi toleransê re tune ye qebûl bikim.

Di nava vê civaka demokratîk de, mirov dikare rexne û hêrsa xwe bi rêyên din jî bîne ziman.”

Back to top button