Li Kampa Holê jinên DAIŞ’î penabereke Iraqî kuştin

DAIŞ’ê ji êrîşên dagirker a dewleta Tirk hêz digire û hewl dide xwe ji nû ve zindî bike.
Piştî hewldanên revê yê li Kampa Holê, endamên DAIŞ’î dixwazin li vir aloziyê zêdetir bikin.
Herî dawî jinên DAIŞ’î li kampê jineke Iraqî ya li kampê kuştin.

Çavkaniyekî ji Asayîşa Kampa Holê ragihand ku, piştî êrîşên dewleta Tirk a li dijî herêmê, endamên DAIŞ’ê hewl didin li kampê alozî û êrîşên xwe zêdetir bikin.

Hat diyarkirin ku li kampê jina penaber a Iraqî ya bi navê Siûad Ehmed Nezai bi sedema ku li dijî xwestekên jinên DAIŞ’î derketiye, derheqê wê de biryar dane û wê kuştine.

Penabera Iraqî Nezaî, doh bi şev di kampê de kuştî hat dîtin.

Asayîşê eşkere kir ku, piştî êrîşên dewleta Tirk, endamên DAIŞ’î hewl didin ji kampê birevin û ev jî barê wan girantir dike.

Meclisa Leşkerî ya Kampa Holê ragihandibû ku, bi dewamkirina êrîşên dewleta Tirk neçar in ku piraniya hêzên xwe bişînin ser sînor, ev yek jî wê parastina kampê qels bike.

Leave a Reply

Back to top button