Mcgurk: Tirkiyê 40 hezar DAIŞÎ derbasî Sûriyê kirin

Nûnerê Emerîka yê Koalîsyona Navdewletî yê berê Brett McGurk piştevaniya Tirkiyê ya ji bo DAIŞ’ê eşkere kir.
McGurk da zanîn ku Tirkiye 40 hezar DAIŞ’î derbasî Sûriye kirine.

McGurk piştevaniya Tirkiye a DAIŞ’ê piştgras kir û anî ziman ku Tirkiye 40 hezar DAIŞîyên ku ji 110 welatan hatine, di balafirgehên xwe re derbasî Sûriyê kirin.

Nûnerê Emerîkî diyar kir ku DAIŞî li ser sînorê Tirkiyê bûn û wan gelek caran serdana Tirkiyê kiriye da sînorê xwe bigire, lê berpirsên Tirkiye ev yek nekirine.

McGurk teqez kir ku lê gava hêzên Kurdî ev herêm ji DAIŞ’ê rizgar kirin û hin aliyên sînor kontrol kirin, Tirkiyê yekser sînor girtin û dîwar lê kirin.

Leave a Reply

Back to top button