Hevserokê Giştî yê HDP’ê Sezaî Temellî têkildarî êrîşên Tirkiyê yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê û peymana agirbestê ya di navbera Amerîka û Tirkiyê de axivî.
Temellî got: “Çi dibe bila bibe divê êdî Tirkiye QSD’ê bike muxatabê xwe.”
Temellî ji Ajansa Mezopotamyayê re axivî da zanîn ku ev demek dirêj e Tirkiye taybetmendiya xwe ya dewleta hiqûqê winda kiriye û got:
“Îktîdarê bi şer û tecrîdkirina Tirkiyê ji zû ve hiqûqê binpê kiriye.
Herî dawî bi êrîşên li dijî Rojava re Tirkiyê hiqûqa navnetewî jî nas nekir û binpê kir.
Niha siyaseta Tirkiye têk çûye. Hem li Tirkiyê û hem li Sûriyê li ser dijminahiya kurdan aştiya civakî xera kirin.”
Temellî herî dawî bal kişand ser peymana agirbestê ya di navbera Amerîka û Tirkiyê de û wiha got:
“Çareseriya herî girîng ew e ku demek berî demekê divê Tirkiye ji wir vekişe.
Tenê vekîşîna ji herêma niha ne bes e, lazim e Tirkiye ji Efrînê jî derkeve.
Pêwîst e Tirkiye bi lezgînî bi muxatabên xwe re rûnê û bikeve nav lêgerîna çareseriya Sûriyê.
Çi dibe bila bibe divê êdî Tirkiye bi awayekî ciddî QSD’ê bike muxatabê xwe. Ev helwest ne tavîz dayîn e.”