
Gerîlayên HPG/YJA Star’ê li Xakurkê û Ebax a navçeya Wanê rêze çalakî kirin.
Di van çalakiyan de bi qasî hate zelalkirin herî kêm 13 leşkerên dewleta tirk a dagirker hatin kuştin.
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê têkildarî çalakiyên li Xakurk û Wanê bi daxuyaniyekê ev agahî dan:
19’ê Cotmehê gerîlayan li herêma Xakurkê li dijî dagirkerên li ser Girê Şehîd Axîn û Şehîd Şahan bi cih bibûne rêzeçalakî pêkanîn.
Di encamê de çeper û konên dijmin hatin ruxandin û herî kêm 10 leşker hatin kuştin.
Heman rojê gerêlayan li Qada Ermûşê li dijî yekîneyên artêşa Tirk a dagirker ên derketin operasyona degirkeriyê çalakiyeke sabotajê kirin.
Di vê çalakiyê de hejmareke zêde leşkerên dijmin hatin kuştin.
19’ê Cotmehê gerîlayan li navçeya Ebax a Wanê çalakiyek pêk anîn.
Di çalakiyê de wesayit hate teqandin û bi qasî hatî zelalkirin herî kêm 3 leşker hatin kuştin.