Kobanê-Şehîd Nagîhan Akarsel bi merasîmekê hat bibîranîn

Endama Akademiya Jineolojiyê, rojnamevan û akademisyen Nagîhan Akarsel 4’ê Cotmeha 2022’an li bajarê Silêmaniyê yê Başûrê Kurdistanê di encama siûqastekê de şehîd bû.
Ji bo bîranîan şehîd Nagîhan li Kobanê Merasîma bîranînê hat li darxistin.

Akademiya Jineoliyê û Tevgera Hîlala Zêrîn a Kobanê bi beşdarbûna bi dehan kesî merasîmek li parka Evînê ya li bajarê Kobanê li dar xist.

Piştî rêzgirtinê, bevdavka Navenda Jineolojiyê ya Kobanê Sedîqa Xilo axivî, teqez kir ku dê berxwedana jinan berdewam bikin.

Sedîqa Xilo got, pergalên desthilatdar kesayetên pêşeng ên rola wan di pêşxistina civakan de hene, dikin hedef.

Lê dê têkoşîna li ser şopa şehîd Nagîhan berdewam bike û hêviyên wê yên di pêşxistina jineolojiyê de pêk bînin.

Dawiyê, sînevîzyonek li ser şehîd Nagîhan Akar hat pêşandan.

Şehîd Nagîhan Akarsel li Dêrikê hate bibîranîn

 

Back to top button