MSD’Ê: ÊRÎŞÊN TIRKIYÊ LI SER HERÊMÊ, ŞERÊ LI DIJÎ DAIŞ’Ê ASTENG DIKE

Meclisa Sûriyeya Demokratîk MSD’ê li ser êrîşên artêşa Tirk a dagirker ên li ser gundên rojavayê bajarê Kobanê daxuyanî da.

Di daxuyaniya MSD’ê wiha tê gotin:

“Êrîşên artêşa Tirk ên li ser herêmên bi ewle yên Bakurê Sûriyê di demekê de ku Tirkiyê li ser mijara Idlibê rastî zextan tên, hate kirin.

Ev yek di lûtkeya çar alî ya Stenbolê de diyar bû.

Her wiha ev êrîş di demkê de ku Hêzên QSD çeteyên DAIŞ’ê li bargeha wan a dawî li gundewarên Dêrazorê têk dibe pêk hat.

Tirkiyê bi vê yekê desteka xwe ya bi DAIŞ’ê eşkere dike.”

Meclisa Sûriyeya Demokratîk MSD’ê destnîşan kir ku Dewleta Tirk di 7 salên aloziyê de ji şerê li dijî arêtşa rêjîmê direve û bi hemû rêbazan destek dida DAIŞ û Cebhet El-Nusra, her wiha sînorê xwe ji wan re vekir da ku berjewendiyên xwe pêk bîne û projeya demokartîk têk bibe.

MSD’ê di daxuyaniya xwe got ku ew li pey lîstok û siyastên hêzên herêmî û yê derve neketin û dest li dewletên cîran werneda.

MSD’ê teqez kir ku armanca dewleta tirk ew e ku şerê li hemberî DAIŞ’ê asteng bike, ji bo dîsa çete xwe jinûve ava bikin.

Meclisa Sûriyeya Demokratîk MSD’ê di dawiya daxuyaniya xwe êrîşên dagirkeriya Tirkiyê yên li ser gundên bi ewle yên Bakurê Sûriyê şermezar kir û bang li Neteweyên Yekbûyî û Koalîsyona Navdewletî ya li dijî DAIŞ’ê kir ku destwerdanan bike û bi berpirsyartî li hemberî kiryarên Tirkiyê tevbigerin.

Her wiha MSD’ê da xuyakirin ku divê rêjîma Sûriyê jî li hember van êrîşan xwe bêdeng neke.

Leave a Reply

Back to top button