46 jinên DAŞ’î dema ku hewldan li kampa Holê birevin hatin girtin

Îro 46 jinên DAIŞ’î û 56 zarokên bi wan re yên di kampa Holê de hewl dan ji kampê birevin. Hewldana wan ji aliyê Hêzên Ewlekariya Hundirîn ve hate têkbirin.

Ji ber êrîşên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê çeteyên DAIŞ’ê çalak dibin.

Îro 46 jinên DAIŞ’î yên di kampa Holê û 56 zarokê bi wan re dema ku hewl dan ji kampê birevin ji aliyên hêzên ewlehiyê ve hatin girtin.

Jina DAIŞ’î y bi navê Bayic Edwan El-Medad li xwe mikur hat ku wê hewl dide bi hejmarek din a jinan ji kampê birevin, lê Hêzên Ewlekariya Hundirîn ew girtin.

Meclisa Leşkerî ya Kampa Holê ragihandibû ku, bi dewamkirina êrîşên dewleta Tirk neçar in ku piraniya hêzên xwe bişînin ser sînor, ev yek jî wê parastina kampê qels bike.

Leave a Reply

Back to top button