WEZÎRÊ DERVE YÊ ALMANIYA: ÊRÎŞÊN TIRKIYÊ DERQANÛNÎ NE

Di çarçoveya bertekên li dijî êrîşên dewleta Tirk a dagirker wezîrê derve yê Almaniyayê diyar kir ku ev êrîş qanûnên navdewletî binpê dikin.

Wezîrê derve yê Almaniyayê Hayko Mas di hevdîtineke li gel televizyoneke Alman de derbarê êrîşên dewleta Tirk a dagirker de axivî.

Mas destnîşan kir ku ev êrîşên dewleta Tirk ên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûrî qnûnên navdewletî binpê dikin û ti rewatiya xwe ya navdewletî tune ne.

Wezîrê derve yê Almaniyayê Hayko Mas da xuyakirin ku Almaniya wê hewldanên xwe yên dirêjkirina agirbesta ku hatiye ragihandin berdewam bike û divê sînorek ji êrîşên dewleta Tirk re bê danîn.

Beriya niha û li dijî êrîşên dewleta Tirk wekî bertek, Almaniya ragihand ku ew ê firotina çekan ji bo Tirkiyê rawestîne.

Leave a Reply

Back to top button