Mezlûm Ebdî: li gorî lihevkirina agirbestê me hêzên xwe ji Serê Kaniyê kişand

Fermendarê Giştî yê Hêzên Sûriye Demokratîk QSD Mezlûm Ebdî destnîşan kir ku li gorî lihevkirina agibestê wan hemû hêzên xwe ji bajarê Serêkaniyê kişandine, lê dewleta Tirk agirbestê binpê dike û êrîşên xwe dewam dike.

Mezlûm Ebdî ji televizyona El-Erebiye re axivî û got:

“Lihevkirin girêdayî Serêkaniyê û Girê Spî bû û herêmên din ne di nav de ye.

Hêzên me ji bajarê Serêkaniyê û herêmên di navbera Serêkaniyê û Girê Spî de heta bighêje rêya navdewletî vekişe, ev tişt niha em pêk tînin.

Li beramberî wê dema em vê gavê davêjin dewleta Tirk agirbest li ser dirêjahiya sînor radighîne.”

Ebdî her wiha bang li hêzên navnetewî kirin ku derbasî vê herêmê bibin, ji bo rê li pêşiya komkujiyekê derheqê gelên herêmê de bigirin.

Fermendarê Giştî ya Hêzên Sûriya Demokratîk QSD Mezlûm Ebdî got ku behsa mekanîzmeya ewlehiya sînor tê kirin, lê ger ev bibe dagirkeriyek daîm, wê ev tişt bi ti awayî neyê qeûlkirin.

Leave a Reply

Back to top button