Heval Zîn fermandar, pêşeng û kedkara mezin a şoreşê bû

Fermandariya Giştî ya YPJ`ê bi daxuyaniyekê şehadeta yek ji fermandarên YPJ`ê Zîn Kobanê ragihand.
YPJ’ê di şexsê şehîd Zîn de hemû şehîdên rêya azadiyê bi bîr anî û got:
Kesayeta hevrê Zîn, di şer û jiyanê de, ji bo hemû şervanên YPJ’ê, sekneke mînak bû.
Fermandariya YPJ’ê diyar kir ku ji bo pêkanîna xeyalên şehîdan, çi berdêl ji wan bê xwestin ew amade ne bidin.

Fermandariya Giştî ya YPJ`ê ragihand ku yek ji fermandarên YPJ`ê Zîn Kobanê 13’ê Cotmeha 2019’an li herêma Silûkê şehîd bû.

Fermandariyê têkildarî şehadetê daxuyaniyek da.

Fermandariya YPJ’ê di kesayeta şehîd Zîn de hemû şehîd bi bîr anî û got:

Sala 2011’an Zîn berê xwe da nava refên Şoreşê.

Ji Efrînê bigre heta Dêrîkê, 9 salên têrker û tije tekoşîn jiyan kir.

Di destpêka şoreşê de kedeke mezin di ber rêxistinkirina gel, ciwan û tevlîbûna jinan a nava şoreşê da.

Dilê xwe hem ji zehmetiyên gelê xwe re vekir û hem jî ji hêviyên gelê xwe re her tim bû çavkaniya moral û hêzê.

Sala 2013’an jî bi destpêkirina êrîşên çeteyan re jî yek ji hevalên destpêkê bû ku cihê xwe di têkoşînê dijî wan de girt.

Kesayeta hevrê Zîn, di şer û jiyanê de, ji bo hemû şervanên YPJ’ê, sekneke mînak bû.

Li ser wê bingehê, em weke yekîneyên parastina jin YPJ’ê dibêjin, heta ku rihê, Şevînan, Hebûnan, Rosyaran, Tekoşîn, Avêsta û Zînan di mêjî û dilê me de xwe jîndar bike wê tekoşîna me dewam bike.

Em her şehîdekî didin, erk û berpirsyariyên me ji bo azadiya gelan zêde dibin.

Em bi vê zanebûnê, bi vê berpirsyariya dîrokî şehadeta hevrê Zîn û tevahî şehîdên Berxwedana Rûmetê bibîr tînin.

Şehîdên me careke din fermana an jiyaneke bi rûmet, an jiyaneke bi rûmet daye me.

Em jî ji bo xwedî li vê fermana şehîdan derbikevin, çi berdêl ji me bê xwestin em amade ne bidin.

Leave a Reply

Back to top button