Li Dêrika Mêrdînê şer derket, leşkerekî tirk hat kuştin

Li dijî operasyonên dagirkeriyê yên artêşa tirk li bakurê kurdistanê jî gerîlayên HPG’ê çalakiyên xwe didomînin.
Di şerê li bejahiya navçeya Dêrika Çiyayê Mazî leşkerekî dewleta tirk a dagirker hate kuştin.

Artêşa tirk a dagirker li bejahiya navçeya Dêrik a Mêrdînê operasyoneke dagirkeriyê da despêkirin.

Di dema operasyonê de, di navbera gerîlayên HPG û artêşa tirk a dagirker de şer rû da.

Li gorî agahiyên despêkê, di vî şerî de leşkerekî artêşa tirk hate kuştin.

Operasyona dagirkeriyê ya li herêmê hîna jî dewam dike.

Leave a Reply

Back to top button