Rêdûr Xelîl: hêzên me wê ji navbera Girê Spî û Serê Kaniyê vekişin

Berpirsê Têkiliyên Giştî yê QSD’ê Rêdûr Xelîl diyar kir ku ewê li gorî peymana agirbestê hêzên xwe ji hemû deverên ku hatine diyarkirin vekişin. Lê divê komîteyeke Amerîkî jî, ji bo ku hêza garantor ew in, binpêkirina agirbestê ya dewleta Tirk bişopîne

Rêdûr Xelîl got ji bo ku êrîşên dagirker ên dewleta Tirk û çeteyên wan ên li ser Bakur Rojhilatê Sûriyê bi temamî rawestin, ew li gorî agirbesta di navbera dewleta Tirk û DYA’yê de diçin, lê dewleta Tirk agirbestê binpê dike û êrîşên xwe didomîne.

Xelîl got li gorî agirbestê ew ê hêzên xwe yên di navbera Serêkaniyê û Girê Spî de heta bi rêya M4 bikişînin û bi vî rengî ji bo ku agirbest mayinde bibe berpirsyariya ku dikeve ser wan bi cih bînin.

Mijarên Girêdayi

Leave a Reply

Back to top button
Close
Close