Li Silêmaniyê êrişên dewleta Tirk hat şermezarkirin

Li başûrê Kurdistanê û Ewropayê êrişên dewleta Tirk a dagirker li ser Rojavayê Kurdistan hatin şermezarkirin.

Dayîkên Aştiyên û Însiyatîfa Jinan li Silêmaniyê bi daxuyaniyeke çapemeniyê êriş û bê dengiya aliyên navnetweyî şermezarkirin.

Di daxuyaniyê de bal hate kişandin li ser zêdebûna êrişên dewleta Tirk a dagirker û hate gotin:

“Cihên ku tên bombebaran kirin yên sivîlan e. Em ê Kurdistanê ji dagirkeran biparêzin

Em bang li jin û parêzvanên mafên mirovan dikin ku piştgiriyê bidin Rojavayê Kurdistanê.

Divê raya giştî zextê li dewleta Tirk a dagirker bike ku van êrişên hovanê rawestîne.”

Li dijî êrişan Kurdistanî ên li Ewropayê daketin qadan

Her wiha li bajarên Parîsê, Lîlle û Rennes ên Franse jî bi çalakiyan bêdengiya hêzên navneteweyî hate şermezarkirin û xwestin ku demildest bikevin nava tevgerê.

Li bajarê Dûîsbûrg ê Almanyayê jî endamên ciwanan li dijî êrişan û tecrîdê meşek li darxist. Bang li hemû ciwnana hate kirin ku xwedî li destketiyên xwe derkevin.

li Viyanayê jî bi girsiyê çalakvana alên YPG, YPJ’ê hildan û bi durişmeyên cuda banga qedexya hewayî li ser Bakûr û Rojhilatê Suriyeyê kirin

Back to top button