Herêma Erdogan a ewle, kuştin wêrankirin û binçavkirin e

Piştî ku Emerîka destûr da dagirkeriya dewleta Tirk a Başûr û Rojhilatê Surî, bi destê çeteyên dewleta Tirk û eskerên wê bi sedan sivîl hatin kuştin û bi sed hezaran kes jî koçber bûn.
Dewleta tirk bi armanca ku qirkirineke mezintir bike çekên kîmyewî jî bikaranî.
Rojnameyên Erebî û cîhanî bal kişandin ser van sûcên şer yên dewleta Tirk û diyarkirin ku “delîlên bikaranîna çekên kîmyewî yên dewleta tirk zêde dibin.”

“Herêma Erdogan a ewle, kuştin, wêrankirin û binçavkirin e..”

Rojnameya el-Beyan a Îmartî bi vê sernûçeyê rapora xwe ya der barê êrîşên dewleta Tirk li ser Sûriyê weşand.

Di nûçeyê de hat gotin, “Beriya 13 rojan, dewleta Tirk berê xwe da ewletirîn herêmên Sûrî û êrîşên xwe yên hovane li dijî gelê vî welatî pêk anî.”

ROJNAMEYA EL-BEYAN A ÎMARATÎ:
ÇETEYÊN ERDOGAN, PÎSTIRÎN CUREYÊN BINPÊKIRINAN LI BAKURÊ SÛRÎ DIKIN

Rojnameyê diyar kir ku Enqere destê çeteyên xwe xist nava bajarê Serê Kaniyê, ku bajarekî xelk lê bi aramî dijiyan, lê êrîşên dewleta Tirk ên dagirkeriyê (yê bi bahaneya “herêma ewle”) ew veguherand herêmeke kuştin û wêrankirinê.

Rojnameya el-Beyan bal kişand ser kirinên çeteyên dewleta Tirk yên li wir û anî ziman ku ew li dijî sivîlan pîstirîn cureyên binpêkirinan pêk tînin.

ROJNAMEYA THE TIMES A BRÎTANÎ:
DELÎLÊN BIKARANÎNA TIRKIYÊ A ÇEKA KÎMYEWÎ ZÊDE DIBIN

Bi heman rengî Rojnameya The Times a Brîtanî jî bal kişand ser kirinên Tirkiyê yên li herêmên bakur û rojhilatê Sûrî û diyar kir ku li vê herêmê delîlên bikaranîna artêşa Tirk a fosfora spî zêde dibin.

Li gorî rapora rojnameyê, nêzî 20 kesên ku ji ber êrîşên dewleta Tirk şewitîne, bihna heyberên kîmyewî ji laşê wan difore.

Rojnameyê The Times dibêje, her tişt piştrast dike ku dewleta Tirk çekên kîmyewî yên qedexekirî li Serê Kaniyê bi kar aniyê.

Leave a Reply

Back to top button