Tirkiyê agirbest binpêkir, bi kêmanî 6 çeteyên wê hatin kuştin

Tevî agirbestê dewleta Tirk êrîşên xwe didomîne. Hêzên Sûriya Demokratîk QSD’ê bi daxuyaniyekê encama êrîşên dewleta Tirk yê li dijî hêzên wan eşkere kir. QSD da zanîn ku hêzên wan ji ber êrîşan parastina xwe ya rewa kirine û di encamê de bi kêmanî 6 çeteyên dewleta Tirk hatine kuştin, 3 panzêr û 2 erebeyên zirxî jî hatine rûxandin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya QSD`ê bîlançoya şerê berxwedana rûmetê yê roja 12’an bi daxuyaniyekê parve kir.

QSD’ê diyar kir ku ji ber artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê agirbest binpêkirin e, hêzên wan bersîva êrîşan dane.

Li gorî daxuyaniyê QSD,

Çeteyan doh bi piştgiriya balafirên şer û keşfê yên dewleta Tirk hewl dan ji gundên başûr û rojhilatê Serê Kaniyê êrîş bikin.

Şervanên QSD di çarçoveya parastina rewa de bersiv dan êrîşan û demekê şer rû da.

Di encamê de 3 çeteyên dewleta Tirk hatin kuştin, 2 erebeyên zirxî hatin teqandin û yek jî derb xwar.

Dagirkeran êrîşî gundên bakurê Eyn Îsa û Çelebiyê jî kirin.

Li gundên Webdê, Kafiya û Wasta şerên giran qewimîn.

Bi kêmanî 3 çete hatin kuştin, gelek birîndar bûn û 3 panzer jî hatin rûxandin.

QSD’ê diyar kir ku di van şeran de 6 şervanên QSD şehîd û 21 jî birîndar bûne.

Her weha da zanîn ku 9 şervanên wan yên ku agahî ji wan qut bibû jî şehîd bûne.

Leave a Reply

Back to top button