Meclisa Edaletê ya Minbicê: dewleta Tirk sûcên şer dike

Meclisa Edaleta Civakî ya bajarê Minbicê û Gundewarên wê, êrîşên dagirker û bikaranîna çekên kîmyewî yên dewleta Tirk ên li dijî gelên Bakûr û Rojhilatê Sûrî bi daxuyaniyekê şermezar kirin.
Meclîsa Minbicê destnîşankir ku hêzên cîhanê û civaka navnetewî jî ji sûcên şer yên Tirkiye pêk tîne berpisyar in.

Endamên Meclisa Edaleta Civakî û endamên Komîteyên Lihevanînê yên meclisên bajarê Minibicê û gundewarên wê li dijî êrîşên dewleta Tirk a dagirker daxuyaniyek girseyî dan.

Girseyê li pêşiya avahiya Meclisa Edaleta Civakî ya bajêr kom bû û wêneyên sûcên şer yê Tirkiye dike hilgirt.

Hevserokê Meclisa Edaleta Civakî Ehmed Hesen di daxuyaniyê de got, tişta ku dewleta Tirk pêk tîne, sûcên qirkirinê û sûcên şer in û ev jî saziyên hiqûqî yên navdewletî dixe cihê berpirsiyariyê ku tev bigerin û komkujiyên li herêmê pêk tên rawestînin.

Di daxuyaniyê de Meclisa Edaletê teqez kir ku bajarê Minbicê piştî paçê reş a DAIŞ’ê çirand êdî xwe bi xwe birê ve dibe.

Meclisê diyar kir ku projeya ku rêveberî hewl dide pêk bîne, projeya neteweya demokratîk, a projeya tevahî şêniyên herêmên Rojhilata Navîn, biratiya gelan û projeya aştiyê ye.

Her weha di daxuyaniyê de li tevahî pêkhateyên herêmê yên Kurd, Ereb, Tirkmen, Çerkez û Suryan bang hate kirin bi hev re Sûriyê geş bikin, yekitiya neteweyê pêk bînin û li dijî siyaseta dewleta tirk bibin yek.

Leave a Reply

Back to top button