Berpirsekî Alamn: divê herêmeke parastina sivîlan li Bakurê Sûrî were avakirin

Li gel êrîşên dewleta Tirk li ser bakurê Sûrî, Almanya banga avakirina herêmeke parastina mirovî li bakurê Sûrî dike.

Serokê komîteya karûbarên derve ya parlamana Almanyayê, banga avakirina vê herêmê kir ku divê ji 30 heya 40 hezar leşkerên YE li wê deverê werin bicihkirin.

Berpirsê Alamn anî ziman ku pir pêwîst e tîmên tenduristiyê û pisporên nûavakirinê jî li wê deverê amade bibin û got:

Eger em xebatê ji bo vê yekê nekin, dê êrîşên dewleta Tirk bandorên xwe li welatên me jî bikin.

Divê ev herêm bibe berpirsyartiya civaka navdewletî ne tenê ya Tirkiyê be.

Leave a Reply

Back to top button