Di çarçoveya çalakiyên şervanên YPG’ê li Efrînê de şervanan li dijî çeteyên ku berhemên zeytûnan ên şêniyên Efrînê didizin çalakiyek lidar xistin.
Di encama çalakiyê de 3 çete hatin kuştin.
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya YPG`ê têkildarî çalakiyên li Efrînê daxuyaniyeke nivîskî weşand.
Navendê ragihand ku di çarçoveya qonaxa dûyemîn a Berxwedana Serdemê li Efrînê, hêzên wan çalakiyên xwe yên bi bandor li dijî artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê didomînin.
Li gorî vê;
29’ê Cotmehê li gundê Goliya ya navçeya Raco, piştî ku komekî çeteyên Ehrar Şerqiyê dest danîn ser berhemên zeytûnên şêniyên gundê Goliya, şervanan çalakiyek sabotajê pêk anîn.
Di encama çalakiyê de 3 çete hatin kuştin.