Foza Yûsiv: ji bo koçberan kamp tên çêkirin

Endama Desteya Rêveber a TEV-DEM’ê Foza Yûsif destnîşan kir ku dewleta Tirk di êrîşa dagirkirinê ya li ser Rojava de gelek caran sûcê şer kir û got: “Fosfora spî û nepalm jî bikar anî, têkildarî vê dosya hatine amadekirin û komîsyonek jî hatiye avakirin.”

Endama Desteya Rêveber a TEV-DEM’ê Foza Yûsiv diyar kir ku, qebûlkirina biryara agirbestê ji bo rawestandina şer û komkujiyan e.

Foza Yûsiv di hevpeyvînekê li gel JIN TV de, destnîşan kir ku, dewleta Tirk bi agirbestê xwest kuştin û komkujiyên xwe yên li dijî sivîlan binuxmîne û hewl da ku zexta raya giştî û Emerîkî li ser Trump kêm bike.

Foza Yûsiv bal kişand ser helwestên navdewletî jî û teqez kir ku, nerazîbûnek di qada navdewletî de li dijî Erdogan heye, lê belê nêzîkatiyek eşkere nekirine û şer hîna didome.

Endama Desteya Rêveber a TEV-DEM’ê her wiha îşaret bi rewşa koçberiyê kir û da zanîn ku, ji bo bi sedhezaran kesên ji Girê Spî û Serê Kaniyê koçber bûne kamp hatine çêkirin..

FOZA YÛSIV: DIVÊ GELÊ ME DI BIN MISOGERIYEKE NAVDEWLETÎ DE VEGERE MALÊN XWE

Foza Yosef her wiha bal kişand ser helwesta Trump jî kir û destnîşan kir ku ev rê li ber qirkirina etnîkî vedike.

Foza Yosef xwest, gel di bin misogeriya hêzêke navdewletî de vegerê cih û warê xwe û got, “Divê ew çete ji cihên dagir kirine derkevin. Bi hebûna çeteyan, ti kes nikare vegere mala xwe. Eger bi vî rengî gel vegere malên xwe wê rastî komkujî û qirkirinê werin.”

FOZA YÛSIV: JI BO BIKARANÎNA ÇEKÊN KÎMAWÎ, EM Ê DOZÊ VEKIN

Foza Yûsiv her weha bal kişand ser bikaranîna çekên kîmyewî û sûcên şer yên dewleta Tirk û diyar kir ku, ev çek li dijî zarok û sivîlan hatiye bikaranîn.

Endama Desteya Rêveber a TEV-DEM’ê teqez kir ku, artêşa Tirk û çeteyên wê mîna DAIŞ’ê tevdigerin û li Serê Kaniyê paqijiya etnîkî dikin.

Foza Yûsiv weha got, “Divê hêzên navbeynkar,biçin wê derê vê rewşê bi çavên xwe bibînin. rtêşa TIrk û êçeteyên xwe, çekên Fosfor û Napalmê bikar anîn. Ji bo bikaranîna van çekan dosya hatine amadekirin.Wê doz werin vekirin û têkoşîna hiqûqî bidome.”

Leave a Reply

Back to top button