RÛSYA: ÇETE AMADEKARIYA ÊRÎŞEKE KÎMYAWÎ DIKIN

by maher enez
123 views

Wezareta Parastinê ya Rûsyayê ragihand ku çete amadekariya êrîşeke kîmyawî dikin.

Serokê Navenda Lihevhatinê yê Rûsyayê Vladimir Safît-şînko diyar kir ku bi vê armancê bi dehan endamên Komên Spî derbasî bajarên Ezaz, Marii û Raî yên gundewarê Helebê bûne.

Tê gotin ku çeteyên Artêşa Îze ya girêdayî Nusrayê du stûnên gaza klorê ji herêma Litaminê ya bakurê Hemayê radestî komeke din a çete kiriye.

Ajansa Sanayê ya rêjîma Sûrî diyar kir ku destê dewleta Tirk jî di vê mijarê de heye..

Ev yek di wextekê de tê ku beriya çend rojan li Stenbolê navebera Serokên Rûsya, Tirkiye, Almanya û Fransa li dar ket.