Bi sedan sivîlên ku di êrîşên artêşa Tirk de birîndar bûne li nexweşxaneyan tên dermankirin. Xebatkareke tendûristiyê diyar kir ku piraniya birîndarên di encama êrîşên dewleta tirk de sivîl in û ji ber êrîşên dewleta Tirk a çekên kîmyewî bi tirs û fikar in.
Xebatkara tenduristiyê ya bi navê Jiyan a bi eslê xwe Alman e, di 9’ê Cotmehê de ji bo dermankirina sivîlan hat Herêma Bakur û Rojhilatê Sûrî.
Jiyan destnîşan kir ku piştî topbarana dijwar a artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê, ew neçar man nexweşxaneya Girê Spî vala bikin.
Jiyan got: Piraniya birîndaran sivîl, zarok, jin û kesên temen mezin in.
Xebatkara tendûristiyê ragihand ku ew bi tirs û fikar in piştî agirbest bi dawî bibe êrîş dewam bikin, ji bo ku dewleta tirk çekên kîmyewî bi kar aniye.
Xebatkara tendûristiyê diyar kir ku helwestên dewletan a şermezarkirina êrîşên Tirkiyê têrê nake û divê êrîşên Tirkiyê bêne rawestandin û bang li civaka navnetewî kir ku alîkariyên tenduristiyê bişînin.