Mazlûm Ebdî: me bi temamî lihevkirin qebûl nekiriye, tenê me agirbest erê kir

Fermandarê Giştî yê QSD’ê Mazlûm Ebdî teqez kir ku ew ê rê nedin Rûsyayê ku guhartinekê di vê herêmê de çêbike. Ji bo hevkariya wan bi Emerîka jî dibêje, wê tenê di çarçoveya berdewamkirina şerê li dijî DAIŞê de bimîne.

Baweriya me bi Emerîkayê kêm bûye û em nikarin xwe bispêrin Rûsya.

Fermandarê Giştî yê QSDê Mazlûm Ebdî wiha ji Dengê Emerîkayê re axivî.

Ebdî diyar kir ku wan bi temamî lihevkirina Emerîkî-Tirkî qebûl nekiriye, tenê wan agirbest erê kiriye û got, “Em ê qet qebûl nekin ku Tirkiyê hêzên xwe derbasî hemû herêmên bakur û rojhilatê Sûrî li seranserî sînorê bi Tirkiyê re bike.”

MAZLÛM EBDÎ: BAWERIYA ME BI EMERÎKAYÊ KÊM BÛYE, LÊ JI BO DAIŞ HÎNA EM HEVKAR IN

Ebdî bal kişand ser hevkariya wan a bi Emerîkayê re û diyar kir ku baweriya wan bi Emerîkayê kêm bûye, têkiliya wan tenê ji bo DAIŞê maye.

Ebdî anî ziman ku destûra Emerîkayê ya ji êrîşên dagirker a dewleta Tirk ziyanek mezin gihand vê hevkariyê.

Ebdî got, “Em dixwazin ev hevkarî bidome, ji ber gava şer gur bibe, wê girtiyên DAIŞê gefê li ewlehiya cîhanê tevî bixwin. ”

Ebdî teqez kir ku mabûna hinek hêzên Emerîkî wê hevsengiyeke navdewletî çêbike û nehêle ti alî êrîşî xelkê me bike.

MAZLÛM EBDÎ: EM Ê RÊ NEDIN RÛSYA GUHARTINEKÊ DI HERÊMÊ DE ÇÊBIKE

Fermandarê QSD’ê diyar kir ku Rûsya hem alîgira Sûriyê ye û hem jî koordîneyê bi Tirkiyê re dike û got:

“Siyaseta Rûsya û alîgira wê ango rejîma Sûrî, ne ji bo parastina Kurdan e..

Berê tecrubeya me bi wan re heye li Efrînê, Rûsya rê da Tirkiyê ku qirkirneke nijadî pêk bîne. Lewra em nikarin di vî warî de xwe bispêrin Rûsyayê.”

Mazlûm Ebdî bir bîr xist ku, serokê Emerîkayê Trump gotibû, piştî vekişîna me wê Kurd lihevkirinekê bi rejîm û Rûsan re pêk bînin, da ku xwe biparêzin û anî ziman ku lê ev yek ne zelal e, ji ber ne layiq e em bihêlin Rûsya guhartinekê di vê herêmê de çêke.

Fermandarê Giştî yê QSD’ê teqez kir ku tiştê dixwazin ew e ku hevsengî li ser erdê di navbera hêzan de çêbibe, ku ev yek dê garantiya çareseriya aloziya Sûriyê heya demeke dirêj bike.

Leave a Reply

Back to top button