QSD: Tirkiyê agirbest binpê kir.. 7 şervan şehîd bûn û herî kêm 15 çete hatin kuştin

QSD’ê ragihand ku, roja 21 Cotmehê Dewleta Tirk careke din agirbest bin pê kir û bi 7 şervanên wan şehîd bûne.
Her wiha QSD’ê got, di çarçoveya parastina rawa de 15 çete hatine kuştin.

QSD’ê destpêkê bal kişand ser rewşa Serê Kaniyê û da zanîn ku, çeteyan bi çekên giran êrîşî gundên Ebû Rasen, Morêks, Mişrafa û Menacir kirin.

Şervanan besiv da û panzereke wan teqand.

Di heman wextê de hewldana wan a êrîşkirina bendê Kontrolê li nêzî Til Temirê têk çû.

Li aliyekî din jî, çeteyan bi erebyên zirxî û çekên giran êrîşî gundên Mişrafa û Berberiyê yên eniya Eyn Îsayê kirin, lê belê derbên giran xwarin.

Di vî şerî de, 2 şervanên QSD’ê şehîd bûn.

Li eniya Amûdê jî di dema çetayan xwestin sînor derbas bikin, şervanan ew neçarî vegerê kir.

QSD’ê destnîşan kir ku, li vê deverê herî kêm 15 çete hatin kuştin û panzerek hat teqandin.

Her wiha çeteyan li eniya li ser rêya Til Temirê balafirên bê mirov bikar anî û şervanekî QSD’ê şehîd û 3 jî birîndar bûn.

Li Rojavayê Dirbêsiyê jî şervanekî QSD’ê di encama êrîşekî balafira bê mirov de şehîd bû.

Navenda Ragihandina QSD’ê teqez kir ku, di 24 saetên derbasbûyî de, herî kêm 15 çete hatine kuştin û 2 panzer hatine teqandin.

Di heman demê de 7 şervanên QSD’ê şîhîd û 10 jî birnîdar bûn.

Leave a Reply

Back to top button